Li Şera şer dijwar e, 7 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandina YPG′ê diyar kir ku ji şevê din ve li navçeya Şera ya Kantona Efrînê şerekî dijwar di navbera şervanên YPG′ê û artêşa Tirk a dagirker de rû dide. Di şer de 7 çeteyên artêşa Tirk hatine kuştin. 

Li Şera şer dijwar e, 7 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin
11 gulan, 2018   21:18

EFRÎN  

Derbarê şerê li navçeya Şerayê de, Navenda Ragihandina YPG′ê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

″Ji şevê din ve û heta vê kêliyê li gundên Meydankê, Qurt Qilaq û Kefer Rûmê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê şerekî dijwar di navbera şervanên YPG′ê û artêşa Tirk a dagirker de rû dide. Artêşa dagirker ji duh de cihê ku şer lê rû dide, bi balafiran bombebaran dike.   

Hat tesbîtkirin ku di şer de 7 çeteyên artêşa Tirk hatine kuştin.″

(mm)

ANHA