Li taxa Cûdî navenda YCR′ê ya Şehîd Murad hat vekirin

Navendeke nû ya YCR′ê li taxa Cûdî (Qenat Siwês) ya bajarê Qamişlo bi navê Şehîd Murad Qamişlo hat vekirin.

Li taxa Cûdî navenda YCR′ê ya Şehîd Murad hat vekirin
11 gulan, 2018   19:59

QAMIŞLO

Navenda YCR′ê bi wêneyên şehîd Murad Qamişlo, Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YCR′ê û Yekîtiya Jina Ciwan hat xemilandin. 

Di vekirina navendê de endamên YCR′ê, şêniyên taxa Cûdî û malbata şehîd Murad amade bûn. 

Vekirin bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre bavê şehîd Murad, Ebdulkerîm Ebdulrehman axivî, vekirina navendê li ciwanan pîroz kir û axaftina Ocalan a ′Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwanan dest pê kir, em ê bi ciwanan bi ser bikevin′ anî ziman. 

Ebdulreham diyar kir ku dewletên dagirker hewl dan ciwanan dûrî qada berxwedanê bixin û wiha domand, ″Tevî hemû siyasetên dewletên dagirker, ciwanan ji bo doza gelê xwe, bi îsrar li ber xwe dan. Bi sedan ciwanan wekî Murad berê xwe dan çeperên şer, venegeriyan û ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kirin.″

Deriyê navendê di nava tîlîliyan dayîkan de, ji aliyê birayê şehîd Murad ve hat vekirin. 

Di dawiyê de ciwanan dîlan gerandin.

Şehîd Murad 29′ê Hezîrana sala 2017′an di Hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bû. 

(mm)

ANHA