Çeteyên Ehrar El-Şerqiye êrîşî nexweşxaneya Babê kir

Çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker girtin ser nexweşxaneya Hikme ya bajarê Babê û tevlîhevî derxistin. 

Çeteyên Ehrar El-Şerqiye êrîşî nexweşxaneya Babê kir
6 gulan, 2018   14:35

MINBIC

Di dema dawî de çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk êrîşî saziyên sivîl ên bajarê Babê yê dikeve gundewarên rojhilatê Helebê, dikin. Beriya du rojan jî çeteyan êrîşî kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneya Hikme ya Babê kirin. Li hember van destwerdann gel nerazîbûneke tund nîşan da.

Çavkaniyeke herêmî diyar kir ku çeteyên Ehrar El-Şerqiye bi çekên xwe êrîşî kadroyê tenduristiyê kirin û li hundirê nexweşxaneyê tevlîhevî derxistin.

Li aliyekî din jî dikanên bajêr hatin girtin.  

(mm)

ANHA