Gelê Babê serçete ′Yaba′ girtin

Şêniyên bajarê Babê meşên protestoyî domandin û çeteyê bi navê Hamid Boland (Yaba) girtin.   

Gelê Babê serçete ′Yaba′ girtin
6 gulan, 2018   14:48

ŞEHBA

Gelê bajarê Babê ji bo darizandina çeteyê bi navê Hamid Boland (Yaba) çalakî li dar xistin. Yaba îro dema ku êrîşî kadroyê tenduristiyê yê nexweşxaneya Hikme ya bajarê Babê kir, ji aliyê gel ve hat girtin. 

Di dîmeneke ku gihîşte ANHA′yê, xuya dibe ku artêşa Tirk a dagirker destwerdan kir û xwest ku Yaba biparêze. Lê welatiyan pêşiya wan girtin û welatiyek dibêje ji wan re dibêje, ″Çeka xwe deyne, ev welatê me ye.″

Piştre artêşa Tirk gule bi gel reşandin, di encamê de welatiyekî 23 salî birîndar bû. 

Di dîmen de diyar dibe ku çeteyê bi navê Yaba di nava girseya de ye, dest û lingên wî girêdayî ne. 

Yaba serçeteyê çeteyên Hemzat e.  

(mm)

ANHA