Şêniyên Zorava sersaxî ji malbata şehîd Şêx Mûsa re xwestin

Bi dehan şêniyên taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şam sersaxî ji malbata şehîd şervanê YPG‘ê Şêx Mûsa Xelîl re yê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bû, xwestin.

Şêniyên Zorava sersaxî ji malbata şehîd Şêx Mûsa re xwestin
Şêniyên Zorava sersaxî ji malbata şehîd Şêx Mûsa re xwestin
Şêniyên Zorava sersaxî ji malbata şehîd Şêx Mûsa re xwestin
Şêniyên Zorava sersaxî ji malbata şehîd Şêx Mûsa re xwestin
6 gulan, 2018   13:00

ŞAM

Şervanê YPG‘ê Şêx Mûsa Xelîl di 23‘ê Sibatê de li herêma Raco ya girêdayî kantona Efrînê şehîd bû.

Ji bo Şêx Mûsa Xelîl konê sersaxiyê li taxa Zorava ya paytexa Sûriyê Şam hat vedan.

Konê sersaxiyê bi ala Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin hate destdpêkirin. Paşê axaftin ji aliyê  nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, TEV-DEM, Kongreya Star û meclîa taxê ve hatin kirin.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û soza şopandina riya şehîdan hate nûkirin.

Her wiha berxwedana şervanên QSD`ê li hember terora dagirkeran hate silavkirin.

Paşê apê şehîd li ser jiyana wî axivî û got ku şehîd Şêx Mûsa bi lehengî di çeperên şer de li ber xwe da û ji bo hizkirina ji welata xwe re derketina dervî welat red kir.

Apê şehîd soza berdewamiya tekoşînê da û destnîşan kir ku ew bi saya berxwedana şehîdan gihîştên vê astê.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên şehîd namirin bidwî bû.

(bx)

ANHA