Li Dihok û Şengal lehî rabû

Ji ber barana zêde ya li parêzgeha Dihokê lehî rabû û di encamê de 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Li Şengalêb jî ji ber barana zêde li Şengalê lehî rabû

Li Dihok û Şengal lehî rabû
6 gulan, 2018   08:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî heya seat 23:00’ê şevê baran bê navber li parêzgeha Dihokê barî. Ji ber barana zêde lehî rabû û 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên polîsên Dihokê parvekirin, ji ber barana zêde lehî çêbûye, av çuye di nav 27 mala û 27 wesayît ji li ber çûne. Ji ber barana zêde û çêbûna lihiyê 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da.

30 welatiyê ku metirsiya xenîqînê li ser bû hatin rizgarkirin.

Li herêmê Çilmêran, Serdeşt û Kersê yên Şengalê ji ber barana zêde lehî rabû.

Baran û zîpika ku duh êvarê li Şengalê dest pê kir, heta nîvê şevê dewam kir.

Barana ku li gelek cihan rê li ber lehiyê vekir, xisar da kon, xanî û bexçeyên welatiyan.

Li Serdeşt û Kersê, malbatên ku li binê konan dimînin zerar dîtin.