Balafirên şer ên Iraqê li DAIŞ'ê dan

Balafirên şer ên Iraqê, bombe li çeperên DAIŞ'ê yên li Sûriyeyê barandin.

Balafirên şer ên Iraqê li DAIŞ'ê dan
6 gulan, 2018   09:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiya Navenda Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê dayî, hêzên Iraqê yên hewayî, li herêma El Dîşîşê ya Sûriyeyê bombe li çeperên DAIŞ'ê barandin.

Li gorî daxuyaniyê, li herêma navborî rayedarên DAIŞ'ê hebûne.

Balafirên şer ên Iraqê beriya niha jî li Sûriyeyê çeperên DAIŞ’ê bombebaran kiribûn.