Platforma Hiqûqnasan dest pê kir

Platform Hiqûqnasên Sûriyê ya ji bo Efrînê dest pê dike.

Platforma Hiqûqnasan dest pê kir
6 gulan, 2018   08:38

QAMIŞLO

Platforma Hiqûqnasan Sûriyê bi dirûşema "Bi hev re ji bo parastina nasnameya Efrîna dagirkerî" hatiye organîzekirin. Li salona Beylesan a navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê dest pê kir.

Platform bi amadebûna 170 ji hiqûqnas û parêzerên Sûriyê, Hevseroka Meclîsa Sûriyaye Demokartîk Îlham Ehmed, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û TEV-DEM  bi rêzgirtinê dest pê bike.

Hevserokê Şaredariya Gel a Navçeya Amûdê Emar Hisên axftina destpê kir.

Hisên  bi xêrhatina beşdaran kir û bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.

Emar Hisên di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku berxwedana Efrînê bi saya hevgirtina gelên herêmê û çalakiyên wan ên li dijî dagirkeriyê didome û got, "Ji bo em karibin planên dagirkeriya Tirkiyê têk bibin, divê em xwedî li projeya demokrasiyê ya li Bakurê Sûriyê derkevin û rêkrêziya xwe xurtir bikin."

Platform bi axaftina Hevseroka MSD‘ê Îlham Ehmed didome.

(bb)

ANHA