Li Pakîstanê teqîn, 16 madenkar mirin

Li bajarê Kuetta yê Pakîstanê, li madeneke komirê ji ber gaza metanê teqînekê rû da. 16 karkerên li madenê jiyana xwe ji dest dan.

Li Pakîstanê teqîn, 16 madenkar mirin
6 gulan, 2018   08:27

Li gundê Marghat ê paytexta Eyaleta Belûcîstan Kûettayê, ji ber gaza metanê li madenê teqîn bû.

Hate eşkerekirin ku ji ber teqînê 16 madenkar mirin e, 9 jî bi birîndarî hatine rizgarkirin.

Li madenên li herêmê, ji ber ku tedbîrên ewlekariyê yên pêwîst nayên girtin, berê jî qeza rû dabûn.