Çend kêliyên din Platforma Hiqûqnasan dest pê dike

Çend kêliyên din li navçeya Amûdê Platform Hiqûqnasên Rojava û Bakurê Sûriyê dest pê dike.

Çend kêliyên din Platforma Hiqûqnasan dest pê dike
6 gulan, 2018   08:18

QAMIŞLO

Platforma Hiqûqnasan bi dirûşema "Bi hev re ji bo parastina nasnameya Efrîna dagirkerî" hatiye organîzekirin. Piştî çend kêliyan li salona Beylesan a navçeya Amûdê wê dest pê bike.

Di platforma 170 ji hiqûqnas û parêzerên herêmên Rojava û Bakurê Sûriyê, her wiha bi amadebûna Hevseroka Meclîsa Sûriyaye Demokartîk Îlham Ehmed, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê û TEV-DEM dê dest pê bike.

Li gorî komîteya amadekar a platformê; di platforomê de, dê axaftin ji aliyê Hevserokê Şaredariya navçeya Amûdê Emar Hisên û Hevseroka MSD‘ê Îlham Ehmed ve werin kirin. Her wiha raporeke ku ji aliyê komîteyê ve hatiye amadekirin dê were xwendin, kurtefîlmeke derbarê Efrînê de were pêşkêşkirin, wekî din dê raporeke derbarê binpêkirinên li Efrînê rû dide ji aliyê parêzer Mihemed El-Neyîmî ve were xwendin. Her dawî di daxuyanî were dayîn.

(bb)

ANHA