Li Lubnanê dengdan dest pê kir

Li Lubnanê yekem car piştî 9 salan dengdana hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir.

Li Lubnanê dengdan dest pê kir
6 gulan, 2018   08:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên Lubnanê piştî 9 salan careke yeke hilbijartinên parlamentoyê dest pê kir. Di vê hilbijartinê de dê 128 parlamenter dê werin hilbijartin ku ji bo wan, li 15 herêmên hilbijartinê, navendên dengdanê hatine vekerin û dengdanê jî li gorî saeta wî welatî, saet 07:00an dest pê kiriye.

Parlamentoya Lubnanê16‘ê Hezîrana 2016‘an qanûna nû ya hilbijartinan êrê kiribû.

Li gorî wê qanûnê, 128 parlamenter dê ji 15 herêmên hilbijartinan werin hilbijartin.

Ji aliyê din ve, lubnaniyên li derveyî welatî dijîn, bi mercê ku navê wan di lîsteyê de be û rewşeke dijî hiqûqê tine be, mafê wn heye ku dengê xwe bidin.