Tirafîka El-Kerama bê navber xizmeta welatiyan dike

Tirafîka EL-Kerama ya girdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a herêma EL-Kerama ji bo qerebalixa li nava herêmê kêm bibe, her wiha da ku tirafîkê rêxistin bike kar û xebatekî mezin dimeşîne.

Tirafîka El-Kerama bê navber xizmeta welatiyan dike
Tirafîka El-Kerama bê navber xizmeta welatiyan dike
Tirafîka El-Kerama bê navber xizmeta welatiyan dike
1 gulan, 2018   07:25

FÎRAS TEYAWÎ / REQA

Piştî hêzên QSD'ê herêma EL-Kerama ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin, welatî vegeriyan warê xwe û aramî li herêmê pêk hat, xebatên rêxistinî hatin destpêkirin.

Di encama qerebalixa heyî de pêwîstî bi rêxistinkirina tirafîkê hebû, lewma Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 5'ê Sibatê de li herêma EL-Kerama ya girêdayî bajarê Reqayê navenda Tirafîkê vekir, bi vê yekê tirafîk hate rixistinkirin û rê li ber qezayan hate girtin.

Rojane polîsên tirafîkê li nuqteyên tirafîkê bi cih dibin da ku rê li ber qezayan were girtin.

Her wiha endamên tirafîkê rê nîşanî ajokaran didin û ji wan dixwazin ku leza xwe kêm bikin, her wiha çirayên tirmpêlên xwe kêm bikin. Cara yekem endamên tirafîkê ajokaran hişyar dikin, heger binpêkirin careke din dubare bibe wê ajokar were cezakirin.

Endamê Rêveber ê Tirafîka EL-Kerama Ehemed El-Selûm derbarê xebatên tirafîkê de got ku perspektîf ji endamên tirafîkê re tê dayîn ku çawa bi ajokaran re di nava dan û stendinên de dibin û ev tişt anî ziman: "Me 250 ceza dane ajokaran di navbera tirmpêl û motorsklêtan de bin, her wiha 100 tirmpêlên belgeyên wan li gel ajokaran nîn in, hatin destserkirin. Dema belge tên, erebe li xwediyan tê vegerandin."

El-Selûm da znaîn ku ew ê li ber dibistanan û taxan metebên bilastîk deynin da ku ajokar nikaribe bi lez biçe û wiha pêde çû, "Armanca me ji vê yekê ku qezayên tirafîkê kêm bibin, di heman demê de em ê afîş û bilakan li ser riyan bi cih bikin."

Ajokarê bi navê Elî Hemûde spasiya endamên tirafîkê yên çûn û hatinê rêxistin dikin, kir.

(dc)

ANHA