‘Em li Tirkiyê kole bûn, li welatê me keda me ya me yeʹ

Jina bi navê Evîn ku ji destpêka Şoreşa Rojava de ji bo kar tevî malbata xwe çû Tirkiyê, piştî zilma li ser karkeran dît tehemul nekir û vegeriya Qamişlo. Evîn niha di koperatîfa Nesrîn de bi kedek hevbeş dixebite û wiha got, ʺEm li Tirkiyê wek koleyan dihatin xebitandin, lê niha di koperatîfê de keda me ya me ye.ʺ

‘Em li Tirkiyê kole bûn, li welatê me keda me ya me yeʹ
1 gulan, 2018   07:31

BÊRÎTAN MEDÛSA – COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO

Piştî şerê Sûriyê ku bi milyonan kes ji Sûriye û Bakûrê Sûriyeyê berê xwe dan welatên derve. Piraniya koçberan berê xwe dan Tirkiyê. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyê Silêman Soylu ku di sala 2017’an de dayaye, li Tirkiyê bi giştî 3 milyon, 551 hezar û 78 koçberên Sûriyê dijîn. Piraniya koçberan ji ber kar derbasî Tirkiyê bûne.

Lê rewşa ekonomî û karkeran, rewşa koçberan a li Tirkiyê her roj dibe rojeva çapemenî û saziyên mafên mirovan. Koçberên ku bi pereyên kêm, bê sîgorta û rewşên herî ketî de tên xebitandin, zehmetiyên jiyanî dikişînin. Li gorî daxuyaniyên rêxistinên xebatê yên Tirkiyê, di navbera salên 2002- 2017’an de 1 milyon, 928 hezar û 592 karker li ser kar jiyana xwe ji dest dane. Ji sedî 60 karkerên ku jiyana xwe ji dest dane bê sîgorta bûn.

‘Me tenê 5 mehan zilma karmendan tehemul kir’

Evîn Mihemed Şerîf Temel (32) jî wek gelek kesan di destpêka Şoreşa Rojava 2011’an de tevî hevjîn û zarokên xwe (keçek û 2 kur) ji bo jiyanek hêsantir derbasî Tirkiyê dibin. Lê jiyana Tirkiyê qasî ku ji dûr ve dihat texmînkirin, ne hêsan bû. Evîn bi malbata xwe re li Stembol taxa Kanarya bi cih bû. Evîn û hevjînê xwe ji bo zarokên xwe xwedî bikin û li kolanan nemînin, dest bi kar kirin. Evîn di xwaringekê de û hevjînê wê di teksitîl de dest bi kar kirin. Lê şert û mercên kar ên li Tirkiyê ji bo wan gelek zehmet hatin û piştî 5 mehan vegeriyan welatê xwe.

‘Wek koleyan li me dinêrîn’

Evîn li ser 5 mehên li Tirkiyê jiyan kir wiha axvî, “Li Tirkiyê mafê karkeran tê xwarin. Ji ber em gelê Sûriyê bûn, bi çavê biçûk li me dinêrîn. Em wek demê berê, wek koleyan didîtin. Em di rojê de herî kêm 12 saetan dixebitîn. Ji ber ku em ji Sûriyê bûn,  bê sîgorta bûn û pereyê me nîvê yê gelê Tirk bû. Karmendên (patron) li ser serê me, em biçûk dixistin û em wek mirovan nedidîtin. Rojekê hevjînê min hat mal û kela girî dabû qirika wî, ez jî gelekî aciz bûbûm. Me zarokên xwe girtin û vegeriyan welatê xwe.”

‘Di koperatîfê de keda me ya me ye’

Piştî van hemû zehmetiyan Evîn û malbata xwe berê xwe dan bajarê xwe Qamişlo. Dema Evîn vegeriya, dît ku li Bakurê Sûriyê bi destê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sîstema koperatîfan hatiye avakirin. Evîn bi hevjînê xwe û 8 hevalên xwe re di Nîsana 2015’an de Koperatîfa Nesrîn a firotina dermanên şûştinê (deterjan) avakirin. Koperatîfa ku destpêkê ji 10 kesan hate avakirin, niha gihiştiye 44 kesan. Evîn bi hevalên xwe re bi awayekî hevbeş ekonomiya xwe pêş dixin. 

Evîn diyar kir ku ji ber her tim aboriya gelê Kurd di deste dijminê wan de bû, her tim di aliyê aborî de ew dişkenandin û wiha got, “Dema aboriya me di destê me de be, kes nikare zilmê li me bike. Ez di Kopertîfa Nesrîn de karker im. Bi îradeya xwe û bi hezkirin dixebitim. Di sîstema me de neheqî nîne. Em bi hezkirin û ji hev bawer kar dikin. Keda me di destê me de ye.”

‘Axa welatê xwe bixwin çêtire ji zilmê’

Evîn bang li gelê Sûriyê yên ku li Tirkiyê û derve bi cih bûne kir ku vegerin ser axa xwe û wiha bidawî kir, “Mirov axa xwe bixwe baştire ji zilm û biçûkdîtinê. Eger em ewqas saet li ser axa xwe bixebitin em ê bi serbikevin.”

(mm)

AHNA