Di êrîşa li Afganîstanê de rojnamevanê BBC hate kuştin

Ji rojnamevanên ku di êrîşa duh ya li paytexta Afganîstanê de hatin kuştin, yê televziyona BBC bû.

Di êrîşa li Afganîstanê de rojnamevanê BBC hate kuştin
1 gulan, 2018   07:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh danê sibehê di encama teqînek ya li paytexta Afganîstan Kabûlê de 29 kes hatibûn kuştin û ji wana jî , 9 rojnamevan bûn. Di heman rojê de rojnamevanê bi navê Ehmed Şah ku rojnamevanê televziyona BBC bû ji aliyê hinek çekdarên ne nas ve hate kuştin. Ehmed Şah zêdetirî salekê li Afganîstanê karê rojnamevaniyê dikir û ji bo BBC rojnamevantiyê dikir.

Polîsên Afganîstanê li ser mijarê ragihandin ku rojnamevan Ehmed Şah rastî êrîşa hinek çekdarên ne nas hatiye û destpêkê birîndar dibe û piştî ku radikin nexwexaneyê jiyana xwe ji dest dide