Li Sîdekanê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hat ragihandin ku li derdora girê Lêlkan ê herêma Sîdekanê, di encama teqînekê de 3 leşkerên artêşa Tirk mirine.

Li Sîdekanê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
22 nîsan, 2018   15:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine wergirtin, îro saet derdor 12.30’an de, leşkerên artêşa Tirk ên li ser girê Lêlkan ê girêdayî herêma Sîdekanê bicîh bûne, xwestine dakevin derdora gir. Çavkaniyan ragihand ku di dema daketinê de teqîn çêbûye û 3 leşker mirine.

Çavkaniyan destnîşan kir ku cerdevanên gundê Gerdiyan cenazeyên hersê leşkeran ji herêmê birine.