Gelê Minbicê cenazeyê şehîd Edî Ehmed oxir kirin

Şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Minbicê Edî Ehmed li goristana şehîdên Minbicê oxir kirin. Her wiha merasîmeke xiyabê ji bo 3 şehîdên Berxwedana Serdemê hat lidarxistin.

Gelê Minbicê cenazeyê şehîd Edî Ehmed oxir kirin
22 nîsan, 2018   15:52

MINBIC

Girseya gel cenazeyê şehîd Edî Ehmed ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê. Li goristanê merasîmê her wiha merasîmeke xiyabî ji bo şervanê Lîwa Şemal Dîmokratî Mihemed Besam Talîb (Iskender), şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Wed Cemal Samî (Koçerîn Minbic) û şervanê QSDʹê Ebdulselam Hesen (Serdem Tolhildan) ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, hat lidarxistin.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endama Saziya Malbatên Şehîdan Kefa Elî axivî û da zanîn ku cangoriyên azadiyê ji bo parastina axa Rojava-Bakurê Sûriyê canê xwe feda kirin.  

Bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Ismet Eyûb axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û soza şopandina riya şehîdan da. 

Her wiha Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûq El-Maşî jî diyar kir ku gelê Minbicê di Berxwedana Serdemê de destaneyên lehengiyê li dar xistin. 

Fermandarê QSDʹê Mehmûd Teybe jî soza şopandina riya şehîdan û parastina axa welat li dijî êrîşên dagirkeriyê da. 

Di dawiyê de nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyê şehîd Edî li goristanê hat veşartin. 

(mm)

ANHA