Kampa Serdemê hat firehkirin

Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê ya ku gelê Kantona Efrînê lê bi cih dibin, fireh bû û 100 kon lê hatin zêdekirin.

Kampa Serdemê hat firehkirin
22 nîsan, 2018   15:22

SÎMAV XELÎL-HENAN  MIHEMED/ŞEHBA

Ji bo bicihkirina gelê Kantona Efrînê yê ku ji ber dagirkeriya Tirk neçar ma ku warê xwe terk bike, Rêveberiya kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê kamp fireh kir û 100 kon lê zêde kirin, bi vê yekê hejmara konan bû 250 kon. kampa Serdemê li gundê Sûsîn dikeve.   

Endamê Rêveberiya kampê Mihemed Heyder diyar kir ku wan kamp fireh kir û komîteyên xizmetê ava kirin. Heyder bang li rêxistinên navneteweyî kir ku pêwîstiyên tenduristiyê pêşkêşî şêniyên kampê bikin. 

(mm)

ANHA