El-Selûm: Berxwedana Efrînê li gorî daneyên nû berdewam e

Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm got: Pêkhateyên Bakurê Sûriyê êşa gelê Efrînê dikişînin. Berxwedana Efrînê li gorî daneyên nû li ser erdê berdewam e.

El-Selûm: Berxwedana Efrînê li gorî daneyên nû berdewam e
21 nîsan, 2018   11:29

HESEKÊ

Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm di platforama aliyên siyasî, çandî û eşîreyan ên Bakurê Sûriyê de axivî.

El-Selûm got, "Silav ji bo hemû beşdarên platformê, ji Kobanê, Minbic, Girê Spî, Reqa, Dêrazor, Cizîra bi xêr û bêr a ku ji destpêka aloziya Sûriyê  ve ji bo avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk berdêlên giranbuha dane. Em îro li vir kom bûne ne ji bo em li ser warê xwe bigirin an jî cîhanê lom bikin. Em kom bûne da ku nexşeyek ku rê li ber zêdegaviyên Osmanî bigire û Efrîna bi rûmet xelas bike deynin."

Mensûr El-Selûm, her wiha anî ziman ku Berxwedana Serdemê di serdema hêzên komplogeran de berxwedaneke balkêş bû û wiha dom kir, "Berxwedana Efrînê neskiniye wekî ku hin kes dibêjin. Berxwedan li gorî daneyên nû berdewam e. Heta ku Efrînê rizgar nebe û şêniyên wê lê vengerin ev berxwedanî dê bibe kelem di çavê dagirkeran de be."

Mensûr El-Selûm, di berdewama axaftina xwe de got, "Em jî bi gelê Efrînê re ne, serkeftina berxwedana wê serkeftina me ye. Em ê di yek çeperî de nan û dermanên par bikin û di xweşî û nexweşiyê de hevpar in."

Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm di dawiya axaftina xwe de got, "Silav ji bo şêniyên Efrînê yên ku ji warê xwe derketine û qebûl nekirin di bin ala Tirk û parastina MIT‘ê de jiyan bikin. Meclîsa Tirk û xayînan cihê şermezariyê ye, ji ber ku gelê me, çanda me û şarestaniya me temsîl nake. Berxwedana Efrînê wê serkeve."

(bb)

ANHA