Çeteyên Erdogan sivîlekî din ê Efrînê revandin

Çeteyên artêşa Tirk a  dagirker yek ji sivîlên gundê Mîrkan revandin. Ji aliyekî din ve jî, ji ber kiryarên çeteyan tirseke mezin ketiye nava zarokan.

Çeteyên Erdogan sivîlekî din ê Efrînê revandin
21 nîsan, 2018   11:04

EFRÎN

Kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derheqê sivîlên Efrînê de dewam dike. Li gorî çavkaniyan ji gundê Mîrkan a girêdayî navçeya Mabata raghandin ku çeteyên Tirk hemû mêrên gund li dibistana seretayî kom kirin û heqaret li wan kirin û li wan xistin.

Paşê çeteyan welatiyê bi navê M.H ê 48 salî ji gund revandin û birin cihekî ne diyar. Herwiha çeteyan hemû mal û milkên wî jî desteser kirin.

Ji aliyekî din ve jî, ji ber kiryarên çeteyan di gund de, tirseke mezin di nava zarokan de çêbûye.

(kc)

ANHA