Li Kerkukê teqîn, kuştî û birîndar hene

Li ser rêya Kerkuk- Selahaddîn dema wesayîta sivîlan derbas dibû mayîna çeteyên DAIŞ’ê teqîya 2 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Li Kerkukê teqîn, kuştî û birîndar hene
21 nîsan, 2018   11:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Midûrê Polîsên Kerkukê Afrasyav Kamîl têkildarî teqîna li ser rêya Kerkuk-Selahaddîn ev agahî parvekir; “Li nêzî gundê Mirbat dema ku wesayîteke sivîlan derbas dibû li mayîna çeteyan a berê danîbûn li ser rê qelibî û di encamê de 2 kesan mirin 2 kes jî birîndar bûn.

Li herêmê hêzên ewlehiyê 2 mayînên cûda dîtin. Mayîn bi kumandayê ji dûr ve hate teqandin.”