`Şehîd Îlan dê ji bo nifşên pêşerojê bibe pir`

“ Kurê min di tofanê de jidayîkbû û di tofanê de şehîd bû”.

18 nîsan, 2018   09:12

EHMED REŞÎD / ŞEHBA

Dayîka Şehîd Îlan Dara yê ku roja 8`ê Adarê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiya fedayî û ket çil rojiya xwe de, ji ajansa me re axivî.

Rojên zaroktiyên ên şehîd Îlan hatin bîra dayîka wî Remziye Eyûb û wiha got:“ Kurê min di tofanê de jidayîkbû û di tofanê de şehîd bû. Ew li malbatê û di nava civakê de jî dihat hezkirin. Ji zulmê û îxanetê gelekî aciz bû û destûr nedida ku kesek mafê wî bixwe. Îlan destpêke li gundê Nîrîbiyê dixwend, piştre em derbasî navçeya Til Eranê bûn û herî dawî li Helebê peymangeha leptop dixwend”.

Îlan berî ku tevlî bibe çi ji dayîka xwe re dibû, dayîka Remziya Eyûb wiha bi me re parve kir:“ Gundê Nêrîbiyê me ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû dagirkirin, hedara Îlan nedihat û nikarîbû bixwîne. Ji min re digot ez çawa rûniştîme û şervanên jin ji bo rizgarkirina gundê me li hemberî DAIŞ`ê têdikoşin”.

Dayîkê anî ziman ku şehîd Îlan berî ku çalakiya xwe ya fedayî lidarbixîne ji bo wan name hiştiye û ji wan re gotiye:“ Divê hûn bi çalakiya min serbilind bin, dê têkoşîna me ya jiyana azad û birûmet her bidome. Ez dixwazim ji bo parastina dayîka xwe û hemû dayîkan canê xwe feda bikim. Ez hêvîdarim malbata min bi şehadeta min xemgîn nebe. Qutbûn gelek zor û zehmete, lê bele ez bi şehadeta kurê xwe serbilindim. Canê xwe ji xak û rûmeta xwe feda kir, wî zilm nedipejirand û ez hêz ji Şehîd Îlan digrim“.

Dayîka Şehîd Îlan di dawiya gotinên xwe de wiha got:“ Ez bi hêvî me ku şehadeta kurê min dê ji bo nifşên pêşerojê bibe pir”.

(np)

ANHA