Li dijî ajokariya bi lez a motorsklêtan hemle hate destpêkirin

Şêniyên bajarê Qamişlo ji ajokariya ne dirist û leza zêde ya erebeyan û motorsklêtan gazinc dikin, bi taybet di nava ciwanan de, hêzên Asayîşê jî li dijî vê yekê hemle dane destpêkirin.

Li dijî ajokariya bi lez a motorsklêtan hemle hate destpêkirin
Li dijî ajokariya bi lez a motorsklêtan hemle hate destpêkirin
Li dijî ajokariya bi lez a motorsklêtan hemle hate destpêkirin
Li dijî ajokariya bi lez a motorsklêtan hemle hate destpêkirin
17 nîsan, 2018   08:22

EHMED SEMÎR-NURDÎ UMER / QAMIŞLO

Di demên dawî de li bajarê Qamişlo bûyera ajotina bi lez belav bûye, bi taybet ajokarên motorsklêtan. Şêniyên bajar ji vê yekê gazinc kirin û aciziyên xwe anîn ziman.

Ciwanên ku temenê wan kêmî 18 salan herî zêde vê yekê dikin, her wiha tiştên cûda bi motursklêt vedikin, ev dibe sedema aciziyê di nava hemû ajokaran û welatiyan de. Bi taybet leza zêde ya motorsklêtan, di kolanên ku çûn û hatina wê zêde ye. Hin ciwan jî motorsklêt li ser yek tekerî û bi lez dimeşîn in.

Ciwan di saetên nîvro de li derdora motorên xwe kom dibin, bi taybet li kolana Hîzamê ya li bakurê bajar û li vir dikevin pêşbirkê, kî dikare bi lez ajokariyê bike. Ev yek dibe sedema ku qeza jî çêbibe. Carna insan jiyana xwe di encamê de winda dikin.

Welatiyê bi navê Ebas Hadî Osman yek ji welatiyên bajarê Qamişlo ye li ser mijarê wiha got, "Ciwanên temen biçûk motorsklêtan bi lez dajon û aciziyan di nava welatiyan de çêdikin. Em li ser peyrê dimeşin da ku li me ne qelibin."

Osman ji Asayîş û tirfîkê daxwaz kir ku li dijî vê rewşê derkevin û hesab ji kesên qanûnan binpê dike bipirsin.

Welatiyê bi navê Cemîl Hesaf jî derbarê mijarê de got ku li ser motorsklêtan plake nîne  û tu kes wan nas nake û wiha dom kir,"Qeza dikin, tu kes wan nas nake, ji ber bilakên wan nîne."

Li ser gilî û gazincên welatiyên bajarê Qamişlo Asayîşa Qamşlo û herêma Cizîrê dest ji 10'ê nîsanê ve dest bi hemleya kêmkirina vê rewşê kirine.

Hemle bi alîkariya hêzên Asayîşê, Hewarî û displîna leşkerî pêk hatiye, çi kesên temenên wan kêm û qanûnên ajokariyê binpê dikin wê werin girtin û hesab ji wan were xwestin, her wiha motorsklêtên ne hatibin qeydkirin jî wê werin girtin.

Endama Rêveber a Asayîşa Qamişlo Jiyan Silêman derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û wiha got: "Piştî giliyê welatiyan wan dest bi hemleyê kir, da ku vê rewşê kêm bike.Ên bi lez motrosklêtan dajon, motorsklêtên wan têne destserkirin. Derbarê guhertina dengê şugman jî û danîna çirên lêzer jî wê hesab ji ajokaran were xwestin."

Jiyan Silêman di berdewama axaftina xwe de jî got ku ciwanên temenê wan nabe ku ajokariyê bikin wê neyên cezakirin lê belê wê bi malbatên wan were imzekirin ku careke din najon û motrosklêtên wan li gel asayîşê were qeydkirin û wiha dom kir: "Heger careke din motro hate ajotin, wê 6 mehan motorsklêtê wan wer desteserkirin. Li gorî qanûnê."

Jiyan Silêman di dawiya axaftina xwe de jî got ku hemleya wan hîn jî didome.

(dc)

ANHA