Li hemberî komkujî û dagirkeriya Tirk wê gelê Başûr dakeve qadan

Li navçeya Sîdekan ya ser bi parêzgeha Hewlêr ve xwepêşandanek li hember komkujiya Tirkiyê wê bê lidarxistin. RJAK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li navçeya Sîdekan a herêma Bradost li hember dagirkeriya Tirk xwepêşandanek berfireh lidar bixin.

Li hemberî komkujî û dagirkeriya Tirk wê gelê Başûr dakeve qadan
17 nîsan, 2018   08:13

NAVENDA NÛÇEYAN

 Nerazîbûnên li hember dagirkeriya dewleta Tirk yên li ser gel û xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Bi vê armancê îro Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li navenda xwe ya bajarê Silêmaniyê, daxuyaniyek ya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin da ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk rabin ser piyan.

Li ser vê yekê di daxuyaniyê de endama RJAK’ê Jîno Hemereşîd axivî û got,“Em dagirkerî û komkujiyên dewleta Tirk şermezar dikin. Bê helwestbûna desthilatdarên herêmê cihê şermezariyê ye. Desthilatdarên herêmê rêya dagirkeran xweş dikin. Em ê bi çalakiyên cûr bi cûr helwesta xwe nîşan bidin, taybet em ê li dijî komkujiya Şêledizê çalakiyan lidar bixin. Em xema malbata her sê birayên li Şêledizê hatin qetilkirin hil digrin û sersaxiyê dixwazin.”

Endama RJAK’ê Jîno di dewama axaftina xwe de got,“Em ê di 21’ê Nîsanê de roja Şemiyê demjimêr 06:00’ê siharê li ber derê Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê kom bibin. Em ê ji wir ber bi herêma Bradost  ve bikevin rê. Armanca me ya vê çalakiyê piştgirîdayîna xelkê wê herêmê ye.”

Jîno di dawiyê de bang li hemû kesî kir û got,“Em bang li hemû aliyên peywendîdar dikin helwesta xwe li hember van êrîşane bidin nîşandan, da ku ev bên rawestandin. Ji ber ku roj bi roj komkujî zêde dibin.ʺ

Tê payîn ku RJAK bi amadebûna gel xwepêşandanek berfireh li navçeya Sîdekan ya herêma Bradost a ser bi bajarê Hewlêrê bike. Wê di xwepêşandanê de ji bilî gel, Rêxistina Jinên Ciwan yên Tekoşer, Komela Gencanî Welatparêz û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan jî tevlî bibin.

(kc)