Xebata dawîkirina jinûva sererastkirina istasyona ceyranê hind ma ye

Werşeyên girêdayî istasyona ceyranê ya navçeya Eyn Îsa destbi xebata tamîrkirina istasyona ceyranê kirine û dê di navbera çend rojan de xebatên xwe bi daw bikin.

Xebata dawîkirina jinûva sererastkirina istasyona ceyranê hind ma ye
Xebata dawîkirina jinûva sererastkirina istasyona ceyranê hind ma ye
Xebata dawîkirina jinûva sererastkirina istasyona ceyranê hind ma ye
Xebata dawîkirina jinûva sererastkirina istasyona ceyranê hind ma ye
15 nîsan, 2018   12:42

TIRKÎ EL-GALIT / GIRÊ SPÎ

Istasyona ceyranê ya başûrê navçeya Eyn Îsa sala 2003`an hat avakirin. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê navçeya Eyn Îsa dagirkirin istasyona ceyranê ya navçeyê %95 xirakirin.

Navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê yên rojhilat û rojavayê Eyn Îsa ceyrana xwe ji istasyona Eyn Îsa digrin. Her wiha istasyona ava vexwarine ya Til Semin, Zahre Fatse li ser ceyrana istasyona Eyn Îsa dixebitin.

Niha werşeyên girêdayî komîteya ceyranê ya Eyn Îsa hewl didin ku duyemîn cenatorê istasyonê tamîr bikin. Heyanî niha %50 xebata tamîrkirina istasyone bi dawî bûye.

Li gorî Rêveberiya Komîteya Ceyranê Ehmed El-Gazî xebata tamîrkirina istasyonê dê di çend rojan de bi dawî bibe.

Navçeya Eyn Îsa û gundewarên rojavayê wê niha ceyrana xwe ji istasyona Sirîn digrin, gundewarên rojhilatê Eyn Îsa jî ceyrana xwe ji istasyona ceyranê ya Girê Spî digrin.

(np)

ANHA