Komîteya Dadê ya Reqayê dozên civakî nirxand

Komîteya Dadê ya Meclîsa Reqa ya Sivîl ji bo nirxandina xebatên dadê bi komîteyên lihevanîne re civîn lidarxistin.

Komîteya Dadê ya Reqayê dozên civakî nirxand
15 nîsan, 2018   13:00

REQA

Komîteya Dadê ji bo komîteyên lihevanîne yên girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê civîn lidarxistin.

Di civînê de Desteya Rêveber a Meclîsa Reqayê, Hevserokên Komîteyên Lihevanîne yên gundewarên Reqayê û Serokê Komîteya Dadê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ibrahîm El-Teyar amade bûn.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Hevserokê Komîteya Lihevanîne yê Meclîsa Sivîl a Reqayê Faris El-Horan di civînê de axivî û got:“ Divê Komîteyên Lihevanîne dozên civakî yên dikarin çareser bikin veneghezînin dadgehan û bi xwe çareser bikin”.

Her wiha Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Abdul Hamid El-Mihbaş jî got:“ Komîteya Lihevanîne di çareserkirina şerê di navbera êlên Reqayê de wê xwedî rolekî mezin be û divê vê erka xwe pêkbîne”.

(np)

ANHA