Asayîşa PDK'ê avêt ser avahiya Tevgera Nifşê Nû

Asayişa PDK’ê ya Diyana avahiya Tevgera Nifşê Nû girt û dest danî ser kel û pelên wan ên propagandaya hilbijartinê.

Asayîşa PDK'ê avêt ser avahiya Tevgera Nifşê Nû
15 nîsan, 2018   08:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Şevê din asayişa PDK’ê ya navçeya Diyana ya girêdayî parêzgeha Hewlêr bi hinceta nebûna destûrê avêt ser avahiya Tevgera Nifşê Nû û avahî girt.

 Derbarê bûyerê endamê Encûmena Tevgera Nifşê Nû Xalis Fikrî ji Rojnewsê re got ‘‘Asayişê ji me re gotin ‘ger hûn baregeha xwe zû vala nekin, em ê kel û pelên we bişewitînin.‘‘

 Fikrî diyar kir ku ev nêzîkî meheke wan avahiya partiya xwe li Diyana vekiriye. Fikrî wiha domkir; “Me ji Asayîşê re got ku me li Bexda komîsyon heye. Em dikarin li her deverê avahiyên xwe vekin.”

 Herî dawî Xalis Fikrî got; “Em ê ji bo lîsteya xwe ya 120 kar bikin û kar ji bo propagandayê bikin. Tu êrîş nikare me bide rawestandin.”