Civîna Komkara Ereban îro li Erebistana Siûdî destpê dike

Îro, li bajarê Zehran ê Siûdiyê civîna 29‘emîn a Komkara Ereban, di gel baykotkirin Emîrê Qeterê tê lidarxistin. Tê payîn ku di civînê de, di nav gelek mijaran de mûdaxeleyên Tirkiyê û Îran di Sûriyê de jî dê were gotûbêjkirin.

Civîna Komkara Ereban îro li Erebistana Siûdî destpê dike
15 nîsan, 2018   08:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Civîna 29‘emîn a Komkara Ereban îro yekşemê, li bajarê Zehran ê Erebistana Siûdî tê lidarxistin. Serokên welatên ereban, hejmareke mezin ji rayedarên rêxistin û kombûnên herêmî û navdewletî, Sekreterê  Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Serokê Komseriya Yekîtiya Afrîqiya Mûsa Fekê, Nûnerê Bilind ê Karûbarên Siyasetên Derve, Sekretera  Yekîtiya Ewrupa Federica Mugrini, Sekreterê  Giştî yê Rêxistina Hevgirtina Islamî Yûsif Bin Ehmed El-Esîmiyîn û Serokê Parlanemtoya Erebî Mişel El-Silmî dê di civînê de amade bin.

Alîkarê Nûnerê Giştî yê Komkara Ereban yê Karûbarên Ragihandinê Hûsam Zekî ragihand ku Emîrê Qeterê El-Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî di civînê de amade nabe.

Di civînê de 18 bend girêdayî dozên welatên ereban di aliyê siyasî, aborî, civakî û ewlekarî, di nav de doza Filistînê û insyatîfa çareseriyê, derbeya DYA‘ê û mûtefirên wê yên li dijî rêjîma Sûriyê,  destwerdana Tirkiyê di karûbarên Sûriyê û Iraqê, her wiha mûdaxeleyên Îran di karûbarên dewletên ereban werin gotûbêjkirin.

(bb)