Çeteyên li Îdlibê bi hev ketine

Li bajarê Îdlib ê Sûriyeyê çeteyên Nûsra û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi hev ketine.

Çeteyên li Îdlibê bi hev ketine
15 nîsan, 2018   09:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, di navbera çeteyên El Nûsra û çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker  de li Îdlibê şerekî giran diqewime.

Şer li başûrê Îdlibê diqewime û tê gotin ku El Nûsra gelek dever bi dest xistiye.

Çeteyên Nûsra û çeteyên dewleta Tirk ev demeke dirêj e ji bo serweriyê şerê hev dikin.