Binpêkirinên leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê didome

Hate ragihandin ku çete û leşkerên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê 3 malên sivîlan şewitandin û li navçeya Şiyê jî 4 malbatên çeteyan ên ji Xûtabi cih kirin. Her wiha hate diyarkirin ku dagirkeriya Tirkiyê Êzidiyên gundê Qetmê direvin û dibin cihekî ne diyar .

Binpêkirinên leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker li Efrînê didome
14 nîsan, 2018   11:36

EFRÎN

Çavkaniyekî ji navçeya Şiyê ragihand ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên 4 malbatên çeteyan ji Xûtaya Rojhilat li malên sivîlan bi cih kirin.

Çavkaniyekî din ji gundê Marata yê girêdayî bajarê Efrînê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 malên sivîlan şewitandin û li deriya ketina gund bendên kontrolê danîne.

Heman çavkanî destnîşan kir ku artêşa Tirk wê li gund dibistanekê vekin û perwerdeyên bi zimanê Tirkî bidin.

Ji gundê Qetma yê girêdayî navçeya Şera, çavkaniyekî diyar kir ku leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê welatiyên Êzidî direvînin û got ku derbarê wan de tu agahî nayê zanîn.

(bb)

ANHA