Artêşa dagirker nahêle cotkar biçin nava zeviyên xwe

Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Kantona Kobanê kesên ku nêzî sînor dibe gulebaran dikin û nahêlin ku cotkar biçin nava zeviyên xwe.

Artêşa dagirker nahêle cotkar biçin nava zeviyên xwe
Artêşa dagirker nahêle cotkar biçin nava zeviyên xwe
9 nîsan, 2018   12:08

ZANA SEYDÎ- HÊZA HESEN / KOBANÊ

Leşkerên Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Kantona Kobanê kesên ku nêzî sînor dibe gulebaran dikin.

Li gorî şahidan ji gundê "Goran" ê rojavayê bajarê Kobanê, gund rojane rastê guleyên sekvanan tê. Ji ber vê yekê gundî nikarin bi serbestî nêzî zeviyên xwe bibin.

Welatiya bi navê Cemîla Nasan a ji gundê Goran got "Hema bêje ji destpêka şoreşa Rojava ve, artêşa Tirk a dagirker guleyan bi aliyê me de direşîne. Gelek caran jî bi bahaniyên cuda derbasî gund bûn û bê serûber gule li me direşandin."

Esmehan Mihemed jî ji aliyê xwe ve anî ziman ku ji ber ku artêşa Tirk a dagirker nahêle gundî nêzî zeviyên xwe bibin ku biçînin rewşa aborî paş ket û wiha dom kir "Em nikarin li malên xwe bimînin, balafirên keşfê li ser gund digerin. Artêşa dagirker hewl dide me bide koçberkirin."

Esmehan her wiha destnîşan kir ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafê mirovan di mijara dagirkirina artêşa Tirk hin herêmên Bakurê Sûriyê Sûriyê şîrîk in.

Hêjeya gotinê; Hêzên artêşa Tirk a dagirker 250 mitir sînorê Kobanê derbas kir, di heman de jî di navbera Bakurê Kurdistanê û Kantona Kobanê dîwar lêkir.

(bb)

ANHA