Riyên bajarê Qamişlo têne sererastkirin

Şaredariya Gel a Mezin a bajarê Qamişlo dest bi sererastkirina riyên bajar kir.

Riyên bajarê Qamişlo têne sererastkirin
Riyên bajarê Qamişlo têne sererastkirin
Riyên bajarê Qamişlo têne sererastkirin
Riyên bajarê Qamişlo têne sererastkirin
9 nîsan, 2018   12:20

QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Mezin a bajrê Qamişlo bi hatina demsala havînê ev 3 rojin dest bi sererastkirina riyên taxa Qenat El-Siwês kiriye. 15 xebatkar di xebatên sererastkirinê de dixebitin. Di vê çarçoveyê de şardariyê û tîmên endîziyarê riya bi dirêjahiya 650 m û firehiya 6 m bi kevrên hûr sererast kir.

Di vê çarçoveyê de Cîgirê Heverokê Şaredariya Gel a Mezin a bajarê Qamişlo Emîn El-Cedû got ku wê sererastkirina riyên taxa Qenat El-Siwês wê di nava du rojan de bi dawî bibe.

El-Cedû tekez kir ku riyên taxa Qudûrbek û El-Zeytûniyê jî dê werin sererastkirin.

(bx)

ANHA