Meclîsa Gel a El-Qehtaniya hate avakirin

Komîteya Avakirina Meclîsan a Meclîsa Sivîl a Reqayê bi civînekê meclîsa gel a El-Qehtaniya û gundewarên wê ava kirin.

Meclîsa Gel a El-Qehtaniya hate avakirin
30 adar, 2018   07:34

 NAVENDA NÛÇEYAN – Li herêma Reqayê xebatên avakirina meclîs û komînan didome. Komîteya Avakirina Meclîsa agirêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê bi armanca avakirina meclîsa gel hevbeş ji  gundên Hetîn, Rebîna, El-Qehtaniya, Yereb, El-Sekora, El-Ednaniya, El-Nehda û Bîr El-Heşim ên dikevin bakurê rojavayê bajarê Reqayê civîneke li dar xist.

Ji bo hilbijarina hevserokên meclîsa meclîsa bi El-Qehtaniya, hilbijartin pêk hatin, di encamê de Salih Ciwêd  El-Dendel û Hind Mistefa bûn hevserkok.

Her wiha komîteyên girêdayî meclîsê "çandinî, xizmetguzarî, parastin, ciwan, spor, lihevanîn û jin" hate avakirin û endamên komîteyan hatin hilbijartin.

Hevserokên Meclîsa Gel a El-Qehtaniya û endamên komîteyan sûnd xwarin ku ew ê erka ya xizmeta herêmê bi cih bînin.

Derbarê mijarê de, endamê rêxistina meclîsên xeta rojava ya bajarê Reqayê Umer Diyab diyar kir ku dimeke nêzî de ew ê navenda meclîsê vekin, her wiha destnîşan kir ku di hefteya li  pêş dê meclîsa herêmên El-Cezra û El-Rafiqa ava bikin.

(bb)

ANHA