Sîsî di hilbijartinan de bi ser ket

Di hilbijartinên Serokkomariya Misrê de wek ku dihate payin Abdul Fetah El-Sîsî bi ser ket.

Sîsî di hilbijartinan de bi ser ket
30 adar, 2018   07:56

NAVENDA NÛÇEYAN – Serokkomarê heyî Abdul Fetah El Sîsî, mîna hilbijartina 2014'an  ji sedî 97 dengên derbasdar bi dest xist. Hevrikê wî Mûsa Mûstafa Mûsa tenê ji sedî3 deng stand. Çav li rê ye ku encamên fermî di 2'ê Nîsanê de werin eşkerekirin.

Ji ber ku ji destpêkê ve dihate payin ku Sîsî bê hilbijartin, bala mirovan bi giranî li ser rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê bû. Li gorî texmînan rêjeya tevlîbûnê 40 ji sedî ye.

Ev rêje ji sala 2005'an û vir ve ku Husnî Mûbarek bi tevlîbûna rêjeya 23 ji sedî hatibû hilbijartin, rêjeya herî kêm e.

Ji ber nebûna hevrikan, alîgirên Sîsî rêjeya 40 ji sedî ya tevlîbûnê weke encameke baş dibînin. Lê li gorî mûxalîfan ev yek neserketin e.