'Rewşa navçeya Til Rifet aram e û tevgera wê zêde ye'

Welatiyan Til Rifetê îdayên ku dibejin navçeyê wan ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin deriwandin, her wiha pîlan û dagirkirina Efrînê bi tundî şermezar kirin.

'Rewşa navçeya Til Rifet aram e û tevgera wê zêde ye'
'Rewşa navçeya Til Rifet aram e û tevgera wê zêde ye'
'Rewşa navçeya Til Rifet aram e û tevgera wê zêde ye'
'Rewşa navçeya Til Rifet aram e û tevgera wê zêde ye'
'Rewşa navçeya Til Rifet aram e û tevgera wê zêde ye'
'Rewşa navçeya Til Rifet aram e û tevgera wê zêde ye'
'Rewşa navçeya Til Rifet aram e û tevgera wê zêde ye'
'Rewşa navçeya Til Rifet aram e û tevgera wê zêde ye'
'Rewşa navçeya Til Rifet aram e û tevgera wê zêde ye'
'Rewşa navçeya Til Rifet aram e û tevgera wê zêde ye'
30 adar, 2018   06:06

ŞEHBA- Bi dehezaran welatiyên kantona Efrînê ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê neçar bûn ku malên xwe terik bikin û derbasi herêma şehbayê bibin. Di demên dawî de çapemeniya Tirkiyê îddîa kir ku Artêşa Tirk li gorî itîfaqa bi Rûsiya re wê navçeya Til Rifet (Erfad) dagirbike. Lê welatiyên navçeyê û koçberên Efrînê yên li navçeyê dimîn in ev îddîa deriwan din.

Pênasekirina navçeya Til Rifet

Di nava dîrokê de navê wê Erfad bû, paytexta herêmeke ku gelek qiralan desthiladariya wê kiriye. Ji wan Qiralê Sûrî Tîglat Blaser ev bajar kiriye paytexta xwe. Şaristaniya Til Rifet vedigere salên di navbera 883-859 B.Z û heta niha navê Erfad li Til Rifet tê kirin.

Til Rifet ango Erfad 35 kîlometreyan li bakurê Helebê dimîne. Firehiya bajarê wê di aliyê rêxistinî de 710 hiktar in. Di aliyê rêveberî ve girêdayî herêma Ezazê bû û navenda wê Til Rifet bû. Hejmara niştecihên navçeyê, li gorî hejmartinên sala 2013'an 43 hezar û  781 kes in.

Cihê wê yê cografî wê kirye navenda gelek gund û bajarokên derdora wê. Di bajar de stasyona bi navê Til Rifet heye û ev stasyon di sala 1909'an de hatiye çêkirin. Ew stasyona trênê xeta Tirênê ya navdewletî ye û Heleb bi Tirkiyê ve girêdide. Di nava bajêr de cihê herî girin yê dîrokî gire di nav bajêr de ye. Gelek şûnwar di nava bajêr de hatine dîtin. Til Rifet bi çandiniya xwe tê naskirin. Berhemên herî zede li navçeyê têne çandin; genim, nok, nîsk, ceh,zeytûn û darên Tirî ne.

Sûka bazirganî ya mezin tê de heye. Gelek berhemên herêmî lê têne firotin. Şêniyên gundên derdorê berê xwe didin wê sûkê û pêdiviyên xwe pêk tînin.

Navçeya Til Rifet di 15'ê sibata 2016’de de ji destê çeteyên ku ji tirkiyê piştewaniya wan dike hate rizgarkirin. Çeteyên Artêşa Tirk gelek caran hewl dan ku navçeyê ji destê şervanan bigirin. Ji bo wê jî ji bajarê Mare û Kelcibirîn ve Til Rifet topbaran dikirin. Lê hêzên şoreşger her tim bersiv dan van herîşên çeteyan û hemû herişên wan têk birin.

Di gera me me ya li nava Til Rifet de me dît ku jiyan li Til Rifet zindî ye û welatîyên navçeyê li ser karê xwe ne.

Welatiyê bi navê Ebdo Helebiye ku karê mîkanisyenê tirmpêlane got ku dema Til Rifet ji çeteyan rizgar bû ew vegeriyan bajarê xwe û ji wê rojê de heya niha di nav aramiyê de jiyan dikin û ev tişt anî ziman: "Em li bajarê bi aramî jiyan dikin. Heger îdayên ku dewleta Tirk dibêje qaşo li vir zor destî heye ne rastin.”

Welatiyê bi navê Îsa Mihemed yê ji gundê Meydan İbiks a herêma Raco ya Efrînê, tevî malbata xwe li Til Rifet bi cih bû ye, diyar kir ku malbata wî ji 8 kesan pêk tê û  ew ji Efrînê derbasî Til Rifet bune û wiha dom kir: "Em niha li Til Rifet jiyan dikin. Em bi aramî jiyan dikin. Heyva Sor a Kurd alîkariya me dike. Em niha li vir in û hêzên şoreşger parstina herêmê dikin."

Welatiyê bi navê İzet Ebdulhemîd (63)yê ji bajaroka Çelemê ya Cindirêsê ku niha bi sê birayên xwe li navçeya Til Rifet dimîne diyar kirin ku Artêşa Tirk û çeteyên wê hemû malên wan talan kirin û tiştk nehiştin û ev tişt anî ziman: "Hin xizmên me yên li bajaroka me mane, ji me re gotin ku tiştek ji malê me ne hiştine. Ew ê gelekî li Efrînê ne mîn in, berxwedana Efrînê wê serbikeve û wê dagirker têk biçin."

Welatiya bi navê Zeyneb Mihemed ya ji taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê jî ku niha li navçeya Til Rifet niştecih bûye got ku, Artêşa Tirk û çeteyên wê dixwazin welatiyên li Til Rifet bi cih bûne bitirsîn in û wan neçarî koçberiyê bikin û ev tişt anî ziman: "Îddîayên belav dikin ku wan bi Rûsiya re itîfaq kirine wekî çawa li Efrînê kirine. Lê heta niha rewş li Til Rifet arame. Em hêvî dikin ku Efrîn jî nêzîk de bi destê şervanên YPG/YPJ'ê rizgar bibe û em vegerin malên xwe."

Jina bi navê Hesna Mihemed a ji navçeya Til Rifet jî li ber bestekekê madeyên xwarinê difrotin got ku ew ji gundê Babîs a gundewarên Helebê ye û ji beriya çend salan ve hatbû Efîrnê û piştî bombebarana Arêtşa Tirk careke din neçar bû ku tevî malbata xwe ji wir derbikeve û ev tişt anî ziman: "Dewleta Tirk dev ji me bernade. Tirkiye ji destpêka aloziya Sûriyê de bu sedem ku gele surî zêde êş bikişîne. Em diçin kur li pey me ye. Niha jî bi îddîayên li ser Til Rifet derdixin dixwazin me ji vir jî derbixin. Da ku mal û milkên me wekî çawa li Efrînê talan kirin û dizîn li vir jî bikin. Lê em ê li ber xwe bidin û em ji dewleta Tirk re dibêjin ku gelê Sûriyê dagirkeriya wan û çeteyên wan naxwaz in."

Rapor:Şervîn Mustefa

Dîmen: Tolîn Hesen

(dc)

ANHA