Çîroka berxwedanê û hêviya vegera Efrînê!

Piştî ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ji Efrînê koçber bû, sîtêra veguhestina avê ji xwe re kiriye mal, bi şev tê de xew dikin.

Çîroka berxwedanê û hêviya vegera Efrînê!
30 adar, 2018   07:11

FÎDAN EBDELA- ROZANA DADO

EFRÎN – Bi hezaran welatiyên Efrînê ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê naçar bûn ku malên xwe terik bikin û derbasî kantona şehbayê bibin. Welatiyên Efrînê bê ku tiştekî bi xwe re bîn in, ketin rê û berê xwe dan cihên bi ewle.

Malbata welatiyê bi navê Usama Ebdo yê ji pêkhateyên ereb ji beriya 7 salan ve ji bajarê Helebê koçberî Efrînê kiribû. Li kantona Efrînê ewlekariya xwe pêk anî û jiyanek bi rumet li navçeya Cindirêsê jiyan dikir û derbarê jiyana li Efrînê wiha got: "Ez bi xaka Efrînê ve hatim girêdan. Ez li wir fêrî jiyana hevgirtinê û ya hevbeş a di navbera pêkhateyan bûm."

Piştî ku malbata Usama ji ber êrîşên dijwar ên Artêşa Tirk û çeteyên wê ji Cindirêsê derketin hatin gundê Buric El-Qas a girêdayî navçeya Şêrwa, li vir bi dehan malbatên din re li dibistana gund dimîn in.

Sîtêrek Ebdo ya avê heye. Bi zêdebûna hejmara gel di dibistanê de, Ebdo biryar daye ku nivînên xwe datîne û bi şev di sîtêra xwe de bimîne. Di sîtêra xwe ya gerok de dimîne û bi hêviye ku vegere Efrîna rizgarkirî.

Ebdo, derbarê wiha got: "Ez şevê di sîtêrê de dimîn in, di peydakirina xwarin û avê de em jî wekî hemû malbaêtn di zehmetiyan dikşîn in. Lê em di wê baweriyê de ne ku ewm ê vegerin Cindirêsê ya rizgarkirî û em ê wekî berê lê jiyan bikin. Ji ber wê şervan dagirkeriya Tirk jê derbixin."

(dc)

ANHA