Berxwedana Serdemê ciwana astengdar ji tenatiya 12 salan derxist!

Kuştin, wêranî û derbederkirin hişt ku jina ciwana astengdar tenatiya xwe bişkîne û bi resmên xwe hestên piştgiriya bi gelên koçber re nîşan bide.

Berxwedana Serdemê ciwana astengdar ji tenatiya 12 salan derxist!
Berxwedana Serdemê ciwana astengdar ji tenatiya 12 salan derxist!
Berxwedana Serdemê ciwana astengdar ji tenatiya 12 salan derxist!
Berxwedana Serdemê ciwana astengdar ji tenatiya 12 salan derxist!
Berxwedana Serdemê ciwana astengdar ji tenatiya 12 salan derxist!
26 adar, 2018   06:53

RÊNAS REMO- KADAR IBREHÎM

QAMIŞLO- Jina ciwan Şêrîn Xelîl (22) ji gundê Beyandor a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye. Şêrîn bi giranî diaxive û dimşe, her wiha 2 tiliyên destê wî nîn in. Astengiyên şêrîn ji zikmakî de ye. Dema temenê Şîrên dibe 10 sal xwe ji nava civakê vedikşîne û di tenatiyê de jiyan dike.

Dema bi tenê jî dime dixwest ku resiman çêbike, lê şermbûna wê dibû asteng ku berhemên xwe diyar bike. Lê êrîşên li ser Efrîn û hovîtiya ku Şêrîn di riya çapemeniyê ku li dijî gelê Efrînê tê hişt ku tenatiya xwe bişkîne û bi hêz dest bi resim bike.

Dema Şêrîn dîmenên kuştin, koçberkirin, talan û wêrankirina Efrînê dibîne, bi bandor dibe. Hestê xwe di riya resiman re nîşan dide û destpê kir, resmên xwe ji civakê re pêşandan bike. Şêrîn jî xwest bi rengê xwe bibe piştevana zarok û hemû sivîlên Efrînê.

Şêrîn dest bi resiman kir, êşa gelê Efrînê bi tabloyên xwe xêz kirin. Di heman demê de şervana YPJ'ê Avesta Xabûr ku di berxwedana Efrînê di çalakiya fedayî de şehîd bû jî xêz kir.

Şêrîn di resmên xwe de Berxwedana Serdemê ya şervanan û gelê Efrînê vedibêje, di heman demê hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ku wêranî bi ser gelê Efrînê de anîn.

Şêrîn derbarê xebatên xwe de ji ajansa me re axivî û wiha got: "JI wêneyên bandor li min kiriye, şervanan YPJ'ê Avesta Xabûr e. Ez hêvî dikim ku Navenda çandê ya herêma Cizîrê alîkariya min bikin, da ku ez jî xizmeta welatê xwe bikim."

(dc)

ANHA