Konferansa 5`emîn a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê destpê kir

Bi dirûşmeyaʺBi ruhê şehîdên Berxwedana Serdemê em têkoşîna li dijî  dagirkeran bilind bikinʺkonferansa  5`emîn a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê ya herêma Firatê.

Konferansa 5`emîn a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê destpê kir
26 adar, 2018   07:20

KOBANÊ – Konferans li salona Newroz a bajarê Kobanê bi beşdarbûna bi sedan malbatên şehîdan ên herêma Firatê, nûnerên rêveberiyên Xweseriya Demokratîk ên Kobanê û Girê Spî, Meclîsa Sûriyê Demokratîk, şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê hate lidarxistin. Salon bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên bi nivîsên "Heger cewherekî şoreşgerî yê islamê hatbûya, yê ku temsîla wê kiriba em in, Em şehîdên xwe naspêrin axê em dispêrin dilê xwe " hatiye xemilandin.

Tê payîn ku bernameya konferansê dê bi nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocala ên derbarê şehîdan destpê bike.  Her wiha peymên pîrozbahiyê werin xwendin û axaftin werin, ji wan; Axaftina TEV-DEM‘ê, peyama malbatên şehîdên PKK‘ê, axaftin bi navê hezên leşkerî, axaftina Meclîsa Malbatên Şehîdan a Wargeha Rûstem Cûdî, axaftina Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê, axaftina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê, axaftina Kongreya Star, axaftina Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk, peyama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Başûrê Kurdistanê.

Her wiha dê, rapora xebatên salane yê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Kobanê û rêziknameya meclîsê werin xwendin û nîqaşkirin.

Herî dawî dê nûnerên nû yên meclîsê werin hilbijartin.

(bb)

ANHA