Heyva Sor a Kurd ji bo piştgiriya koçberan seferber bûye

Heyva Sor a Kurd li kantona Efrînê, navçe û gundên Şehbayê ji bo piştgiriya welatiyên koçber di xebatên xwe de seferber bûye.

Heyva Sor a Kurd ji bo piştgiriya koçberan seferber bûye
26 adar, 2018   06:37

ROZANA DADO- FÎDAN EBDELA

ŞEHBA- Ji roja yekem a destpêka êrîşa Dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê û vir ve, Heyva Sor a Kurd di nava 24 saetan de ji bo dermankirina birîndar û nexweşan sefer berbûye. Di heman demê de pêwîstiyên jiyanî ji welatiyan re peyda dikin.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di êrîşa xwe ya li ser Efrînê de navenda Heyva Sor a Kurd a li Efrînê bombebaran kirin. Pştî wê xebatkarên Heyva Sor xebatên xwe li kantona Şehbayê dewam kirin. Xebatkarên Heyva Sor ji saetên sibê ve û heta derengî şevê di nava welatiyên koçber de digerin û alîkariyên tenduristî û jiyanî pêşkêş dikin.

Heyva Sor a Kurd şîrê zarokan, pakêtên tenduristî û xwarinê, çerçev û pêwistiyên malan li welatiyan belav dikin. Di heman demê de nexweşxaneya gerok a Heyva Sor a Kurd û li navçeya Şehbayê digere û rewşa koçberan di aliyê tenduristî de kontrol dike û dermanan ji wan re pêşkêş dike.

Endamê Rêveber ê Heyva Sor a Kurd a Kantona Efrînê derbarê xebatên ji koçberan re pêşkêş dikin ev tişt anî ziman: "Artêşa Tirk û çeteyên wê ev zêdeyî 2 mehane, êrîşeke hovane li ser gelê me dane destpêkirin û hîn jî didomîn in. Di êrîşa xwe de hemû cûreyên çekan bikar anîn. Di encamê de bi sedan welatiyên sivîl şehîd bûn û birîndar bûn."

Rêveberê Heyva Sor di berdewama axaftina xwe de jî ev tişt anî ziman: "Noqteyên me yên tenduristî jî hatin bombebarankirin. Lê em niha kar û xebatên xwe li kantona Şehbayê dewam dikin. Em li nava gund û navçeyên Şehbayê digerin û alîkariyê didin hemû koçberên Efrînê. Em niha amadekariyê dikin ku li Şehbayê navendê vebikin. Da ku koçber karibin serdana me bikin."

Endamê Rêveber ê Heyva Sor a Kurd ku ne xwest navê xwe eşkere bike di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya wan bikin û ev tişt anî ziman: "Bang min ji hemû rêxistin û saziyên navdewletî re ew ku alîkariya me bikin. Di zûtirîn dem de derman û pêwîstiyên jiyanî ji hejmara mezin a koçberan re peyda bikin. Pêwîstiya me herî zêde bi dermanan û hemû pêwîstiyên jiyanî heye. Em ê wekî Heyva Sor heta dawî xebatên xwe yên alîkariya koçberan bidomîn in."

(dc)

ANHA