Ferhad Dêrik rewşa dawî ji gelê Minbicê re nirxand

Rêveberiya Sivîl a bajarê Minbicê bi koordîneya bi Meclîsa Sivîl a gundê Til Hozan re civiya û rewşa dawî ya herêmê ji wan re nirxand. 

Ferhad Dêrik rewşa dawî ji gelê Minbicê re nirxand
25 adar, 2018   17:19

MINBIC – Civîn bi beşdariya şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk ê bajarê Minbicê Ferhad Dêrik û bi dehan şêniyên gundê Til Hozan hat lidarxistin. 

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Til Hozan Hesen Elî bixêrhatina beşdaran kir. Piştre Şêwirmendê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Ferhad Dêrik rewşa dawî ya herêmê û Berxwedana Serdemê nirxand. 

Ferhad da zanîn ku pêvajoya nû ya Berxwedana Serdemê li hember dagirkeriya Tirk didome û wiha got, ʺŞervanên YPG/YPJʹê li tevahî herêmên Efrînê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didin, heta tevahî Efrîn ji dagirkeriyê were rizgarkirin.ʺ 

Ferhad diyar kir ku dagirkeriya Tirk gefên dagirkirina Minbicê dixwin û wiha axivî, ʺEm amade ne li hember hemû êrîşên dijmin parastina Minbicê bikin. Koalisyona navneteweyî gelek caran ragihandiye ku ew destûr nadin ku Tirkiye nêzî bajarê Minbicê bibe. Hêzên me yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dê parastina bajarê xwe bikin.ʺ

Di dawiya civînê de Ferhad bersiva pirsên beşdaran da. 

(mm)

ANHA