Alîkariya ji Germiyanê hat şandin, gihîşt gelê Efrînê

Alîkariya destpêkê ya dermanan gihîşt destê Efrîniyên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi neçarî xwe spartine Kantona Şehbayê. Her wiha heya niha 3 TIR derman û 32 TIR pêwîstiyên jiyanî ji bo koçberên Efrînê hatine şandin.

Alîkariya ji Germiyanê hat şandin, gihîşt gelê Efrînê
25 adar, 2018   17:47

NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkariya destpêkê ya dermanan gihîşt destê Efrîniyên ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi neçarî xwe spartine Kantona Şehbayê. Sê wesayîtên dermanan yên ji bajarên Rojava, Bakurê Sûriyê û herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê hatibûn berhevkirin îro gihîşt Kantona Şehbayê. Alîkariya dermanan  radestê Nûnertiya Hevya Sor a Kurd ya Şehhabayê hate kirin.

Endama Heyva Sor a Kurd û dermanfiroş Rîma Karmo jî diyar kir ku ev alîkariya destpêkê ya dermanane ji bo koçberên Efrînê hatine şandin û got ku ev alîkarî ji bajarên Bakurê Sûriyê, Nûnertiya Heyva Sor a Ewropa û herêma Germiyanê ya Başûr ve hatiye şandin. Her wiha hate gotin ku 3 TIR derman, 32 TIR alavên xwarin-vexwarinê, cil, balfi û kon hatine şandin.

Endama Heyva Sor spasiya herkesê ku gelê Efrînê bi tenê ne hiştiye û madî manewî li gel wan bûye kir.