Wezareta Parastinê ya Iraqê: Tu tevgereke hêzên Tirk li dora Şengalê nîne

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê, Fermandariya Operasyona Hevbeş a Hêzên Iraqê û Hêzên Şebî li Şengalê Erdogan derewandin û gotin ku ti liv û tevgereke leşkerî ya hêzên Tirk li dora Şengalê nîne û îdayên Erdogan dûrî rastiyê ne.

Wezareta Parastinê ya Iraqê: Tu tevgereke hêzên Tirk li dora Şengalê nîne
25 adar, 2018   16:28

NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Iraqê, Fermandariya Operasyona Hevbeş a Hêzên Iraqî û Hêzên Heşdî Şebî bi daxuyaniyên cûda bersiva Erdogan dan û gotin ku wek Erdogan îdîa dike ti liv û tevgereke leşkerî li dora Şengalê nîne û daxuyaniyên Erdogan dûrî rastiyê ne.

Lîwa Tehsîn Xefacî her wiha diyar kir ku ewê li hember her êrîşeke ji derve li ser xaka Iraqê pêk were jî bêdeng nemînin û got: “Hikûmeta Iraqê li hember destwerdanên leşkerî yên derve bêdeng namîne.”

Berdevkê Wezaretê bersiva Erdogan da û got: “Eger operasyona Tirkiyê rast ba dê agahiyên hikûmetê û Wezareta Parastinê ji vêya heba.”

Her wiha Fermandariya Operasyonên Hevbeş yên Hêzên Iraqî û Eniya 4 ya Hêzên Heşdî Şebî yên Şengalê jî bi daxuyaniyên nivîskî yên fermî ev îda Erdogan ya dibêje, wan li Şengalê dest bi dagirkeriyê kiriye derewandin.

Erdogan li kongreya AKP’ê ya Trabzonê îda kiribû ku artêşa wê ya dagirker niha li Şengalê dest bi tevgera dagirkeriyê kiriye. Berê niha jî gelek caran Erdogan gef li Şengalê xwaribû û gotibû ewê piştî Efrînê êrîş bikin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku dewleta Tirk û Erdogan heya niha bi bahaneya ku hêzên PKK’ê li Şengalê hene gefa dagirkirinê dixwar lê, berê niha du rojan PKK’ê ragihandibû ku hêzên wan erka xwe ya li Şengalê temam kirine ji lewma ji wir vekişiyane. Lê bi van gefên dawiyê re jî derdikeve holê ku PKK bahane dide nîşan û armanca sereke destkeftiyên gelê Kurd e.