Şêniyên Hesekê alîkariya gelê Efrînê kirin

Meclîs û komînên kantona Hesekê xebatên komkirina alîkariyan ji bo gelê Efrînê bi dawî kirin.

Şêniyên Hesekê alîkariya gelê Efrînê kirin
25 adar, 2018   11:30

HESEKÊ – Meclîs û komînên kantona Hesekê li gund û navçeyan xebatên komkirina alîkariyê ji bo şêniyên  Efrînê yên ku ji ber komkujiyên artêşa Tirk û çeteyên wê dev ji malên xwe berdane, bi dawî kirin.

Endamên meclîs û komînan diyar kirin ku heta niha bi deha kamiyonên alîkariyê ber bi herêmên Şehbayê ve ku gelê Efrînê li wir cih bûye, hatine şandin.

Di nava alîkariyan de betanî, balge, û cilên zarok û jinan hene.

Yek ji rêveberên meclîsa taxa Salihiyê ya bakurê kantona Hesekê Elçî Xalid diyar kir ku piştî gelê Efrînê ji cihê xwe derketin, wan dest bi komkirina alîkariyê ji bo wan kiriye.

Hemleya komkirina alîkariyan îro bidawî dibe û alîkariyên ku niha di destê komîn û meclîsan de wê ber bi Efrînê ve werin şandin.

(bx)

ANHA