Gelê Efrîn û Şehbayê şehîdên Berxwedana Serdemê spartin axê

Gelê Kantonên Efrîn û Şehbayê cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Serdemê yên ku li hemberî faşîzma Tirk gihîştin asta şehadetê, spartin axê. Her wiha nasnameya 2 şehîdên din hate eşkerekirin.

Gelê Efrîn û Şehbayê şehîdên Berxwedana Serdemê spartin axê
24 adar, 2018   17:53

ŞEHBA – Bi sedan gelê Kantonên Efrîn û Şehbayê li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Navçeya Ihrisê kom bûn û cenazeyên şehîdên Berxwedana Serdemê spartin axê. Nasnameyên şehîdan wiha ne: Xunav Memo (Buhar), Bekr Mistefa (Dilşêr Efrîn), Zemzem Osman (Şervan Efrîn), Ismayîl Ehmed (Tolhildan) û şehîdekî din ku nasnameya wî nehate zanîn.

Girseya gel ji pêşiya Meclîsa Melbatên Şehîdan a Navçeya Ehrezê dest bi meşê kir û bi berzkirina dirûşmeyên "Şehîd namirin" û nîşaneyên serkeftinê, li kolanên sereke meşiyan.

Dema ku gel gihîşt Goristana Şehîdên Navçeya Ehrezê, cenazeyên şehîdên Berxwedana Serdemê danîn ser dika rûmetê. Piştre gel deqeyekê rêz girt û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Xelîl Ibrahîm derbarê fedekariyên şehîdan axaftinek kir û wiha got, "Bi saya şehîdan Berxwedana Serdemê ya li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê didome."

Her wiha Xelîl da zanîn ku bi vîna şehîdan û soza tolhildanê Efrîn dê bi ser bikeve. Ibrahîm di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku Meclîsa Melbatên Şehîdan hê li ser soza xwe ya bi şehîdan re ye û diyar kir ku gelê ku jiyaneke azad û birûmet bixwaze divê bi xwîna zelal xaka xwe av bide.

Her wiha Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên derbarê rewşa zehmet û berxwedana bêhempa de axivî û wiha anî ziman, "Tevî rewşa herêmê ya zehmet hê jî têkoşerên me berxwedana li hember dagirkeriya Tirk berdewam dikin û canê xwe fedayî Efrînê dikin. Em jî soz didin ku em ê riya qehremanên xwe bişopînin û heya dilopa dawî ji xwîna xwe li hember Artêşa Tirk a dagirker li ber xwe bidin."

Wefa di dawiya axaftina xwe de bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember êrîşên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê şermezar kir û bang li cîhanê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve, binpêkirinên dagirkeran rawestîne û wan ji Efrînê derxîne."

Di merasîmê de gelek axaftin bi navê malbatên şehîdan hatin kirin. Axêveran diyar kirin ku ew ê şopdarên riya şehîdên xwe bin û tola wan hilînin. Her wiha axêveran dan zanîn ku ew bi şehadeta zarokên xwe yên ku li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dan, ser bilind in.

Piştî axaftinan, Meclîsa Malbatên Şehîdan nasmaneyên şehîdan xwendin. Her wiha nasnameyên Hisên Nebîkewn (Hisên Bêrîtan) û Ocalan Ibrahîm (Doxan) hatin ragihandin.

Piştre gel cenazeyên şehîdan spartin axê û merasîm bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Serdemê" û "Şehîd rêberên me ne" bi dawî bû.

(dr)

ANHA