Di roja cîhanî de, Berxwdana Serdemê hat silavkirin 

Di roja cîhanî ya xwedîdertina li berxwedana Efrînê de, bi sedan welatiyên herêma Dirbêsiyê daketin qadan û bi dirûşmeya ʺBijî berxwedana Efrînêʺ piştgirî dan gelê Efrînê.

Di roja cîhanî de, Berxwdana Serdemê hat silavkirin 
24 adar, 2018   17:44

HESEKÊ – Gel li pêşiya Navenda YCRʹê kom bûn, alên YPG/YPJʹê, wêneyên zarokên Efrînê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve hatine kuştin û Ocalan hildan. Her wiha pankartên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ, ʺEm bêdengiya navneteweyî şermezar dikinʺ vekirin.  

Meş ji navenda ciwanan dest pê kir, di sûka navendî re derbas bû û meşvanan dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ qîr kirin. Meş li Qada Şehîdan rawestiya û gelek axaftin hatin kirin. Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Ebdullah û Endama Rêveberiya Kongreya Star Medya Mihemed axivîn, berxwedana şervanên azadiyê li dijî dagirkeriya Tirk silav kirin û dane zanîn ku gelê herêmê amade ye bi gelê xwe yê Efrînê re bibe alîkar. 

Di dawiyê de gel soza tolhildan û domandina têkoşînê dan. 

(mm)

ANHA