Gelê Qamişlo destek dide gelê Efrînê yê berxwedêr

Kantona Qamişlo ji bo piştgiriya koçberên Efrînê, di 20ʹ Adarê de kampanya komkirina alîkariyê dabû despêkirin.

Gelê Qamişlo destek dide gelê Efrînê yê berxwedêr
24 adar, 2018   17:07

QAMIŞLO - Gelê bajarê Dêrik, navçeyên Girkê Legê, Çilaxa, Rimêlan û Tirbespiyê yên girêdayî Kantona Qamişlo bi gund û bajarokên xwe di bin rêveberiya meclîs û komnînên xwe de, komkirina madeyên pêdiviyên jiyanî berdewam dike.

Rêveberê Meclîsa Taxa Cûdî ya Qamişlo da diyarkirin ku heya niha bi dehan wesayitên mezin alikariya jiyanî ku jibo gelê Efrînê hatibû komkirin gihaye gelê Efrînê. Kampanya komkirina alîkariyê ev çar rojin berdewam dike. Asta alîkarî û hestiyariya gel ji bo vê xebatên komkirina alîkariyê di asta herî jor de ye.

Her wiha Rêveberê Meclîsa Taxa Cûdî da diyarkirin ku çawa gelê herêma Cizîrê bi hemû pêkhateyên xwe destek dan gelê Efrînê yên di bin bombebaranê de, îro jî ji bo gelê ji cih û warên xwe koç bûne, alîkariyê kom dikin.  

Rêveberê Meclîsa Taxa Cûdî destnîşan kir ku ew pêwistiyên jiyanî yên wekî ʺbetanî, balîf, isfenc, berikê erdê, cil û bergên jin û zarokanʺ in. Malbatên ku alikariyê tînin pir keyfxweşin ku bûne parçeyek ji vê berxwedanê.

Kampanya komkirina alîkariyê didome. 

(ff/mm)

ANHA