Rewşebîrên Cizîrê: Li hember êrîşên dagirkeriyê, yekîtî girîng e

Rewşenbîrên Herêma Cizîrê diyar kirin ku sîstema demokratîk a Rojava Erdogan ditirsîne lewma êrîşî herêma Efrînê dike û dane zanîn ku divê partiyên Kurdî yekîtî û hevgirtina xwe ava bikin. 

Rewşebîrên Cizîrê: Li hember êrîşên dagirkeriyê, yekîtî girîng e
23 adar, 2018   15:04

QAMIŞLO - Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê li hev civiyan û li ser rewşa Efrînê nîqaş kirin. Rewşenbîran di civînê de 3 mijar, dîroka demografiya Efrînê, sedemên êrîşkirina dewleta Tirk a dagirker û pêşeroja Efrînê girtin dest.

Rewşenbîr Melevan Resûl, Kurdyar Dirêyî, Beşîr Mela civîn birêve birin û endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê jî tevlî civînê bûn.

 ‘Di belgeyên Osmaniyan de jî navê Efrînê “Kürt Dağı” ye‘

Rewşenbîr Melevan Resûl li ser dîroka demografiya Efrîn û Rojavayê Kurdistanê axivî û diyar kir ku piştî peymana Sayiks Bîko dewletên dagirker Fransa û Biritanya ketin Rojhilata Navîn, navê Kurdistan ji holê rakirin. Resûl da zanîn ku bi vê yekê jî Rojavayê Kurdistanê wek parçeyek ji Sûriyeyê hat bi navkirin û wiha got: “Efrîn BZ 2300 sal hatiye nasîn û hejmara şêniyên wê ji sedî 90 Kurd e. Çiyayê Kurmênc girêdayî silsileya çiyayên Amanos e. Niha Erdogan dibêje Kurd dixwazin demografiyê biguherin, lê eger lê binerin di belgeyên Osmaniyan de jî ji vê herêmê re digotin ‘Kürt Dağı’ yanî Çiyayê Kurdan. Armanc ew e ku bajarê ji sedî 90 Kurd demografiya wê biguherin, ji bo projeya demokratik a Kurdan pêk neyê. Destpêkê çete berdan Kurdan niha jî êrîşÎvê sîstemê dikin.”

Beşdarvan Pêşeng Cewherî jî li ser vê mijarê fikrên xwe wiha anî ziman: “Tirk di sala 1070’an de derbasî Rojhilata Navîn bûn, eger li dîrok û demokrasiyê binerin gelekî xerîb û dagirker e. Ji ber wê jî êrîşê sîstema demokratik dikin.”

 ‘Sîstema demokratik Erdogan ditirsîne’

Ji dîwanê Rewşenbîr Kurdyar Dirêyî sedemên êrîşên Tirkiyeyê  şîrove kir û anî ziman ku piştî şoreşa Rojava pêk hat, dewleta xwest ku tevahî herêmê kontrol bike û xeyala Osmaniyan pêk bîne. Dirêyî da zanîn ku bo pêkanîna vê xeyalê, Tirkiyeyê li Misir û Libyayê tevlîhevî çêkir û wiha axivî: “Lê bûyer li gorî planê neçûn. Niha Erdogan dixwaze li Başûrê Kurdistan û Rojava jî heman planê pêk bîne. Ya din jî hebûna sîstema demokratik a Rojava dê sibe li nava axa Tirkiye yê jî pêk were, ev yek Erdogan ditirsîne.”

 ʹDivê partiyên Kurdî yekîtiya xwe ava bikinʹ

Ji dîwanê Beşîr Mela kêmasiyên tevgerên Kurd  şîrove kir û wiha got: “Dijminên me û hêzên dagirker, ji bo dagirkeriyê bike, welat lêkolîn dike û dixwîne. Li hemberî vê em kêm dimînin, dijminên me ji me baştir me nas dike. Neyekbûn û xiyaneta partiyên Kurdî û nebûna yekgirtina Kurdan, her wiha hin xalên stratejîk ku partiyên Kurd baş bi kar naynin jî dibin sedema êrîşên dagirkeran.”

Civîn bi nîqaşan bi dawî bû.

(mm)

ANHA