Foza Yûsif ji gelê Efrînê re got: Derewên çeteyên Tirk bawer nekin

Foza Yûsif bang li gelê Efrînê kir ku derewên çeteyên dewleta Tirk ên reşkirina destkeftiyên şoreşê bawer nekin û wiha got, ʺEfrîn a gelê Efrînê ye û  wê ji dagirkeran rizgar bibe.ʺ

Foza Yûsif ji gelê Efrînê re got: Derewên çeteyên Tirk bawer nekin
23 adar, 2018   14:43

ŞEHBA - Li Kantona Şehbayê ji bo nirxandina rewşa dawî ya herêmê, civînek ji gel hat lidarxistin. Di civînê de bi sedan gel, Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif amade bûn.

Foza Yûsif diyar kir şervanên YPG/YPJʹê li Efrînê şerê li dijî dagirkeriyê didomîne û wiha axivî, ʺEm destûr nadin ku Tirk axa me dagir bikin. Çawa em li Kobanê bi ser ketin, em ê li Efrînê jî bi ser bikevin. Şervanên me bi lehengiya xwe ji cîhanê re îsbat kirin ku serkeftin nêz e û wê gel veger warê xwe.ʺ

Foza her wiha bang li gelê Efrînê kir ku derewên çeteyên dewleta Tirk ên reşkirina destkeftiyên şoreşê bawer nekin û wiha got, ʺEfrîn a gelê Efrînê ye. Wê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe.ʺ

Civîn bi dirûşmeyên ʺBijî berxwedana Efrînêʺ bi dawî bû. 

(mm)

ANHA