′Em ê bi rihê Berxwedana Serdemê Newroza 2018`an pêşwazî bikin’

′Em ê bi rihê Berxwedana Serdemê Newroza 2018`an pêşwazî bikin’
20 adar, 2018   14:02

HÊZA HESEN

KOBANÊ – Endamên partiyên siyasî yên kantona Kobanê destnîşan kirin ku Newroza 2018`an bi rihê Berxwedana Serdemê wê were pêşwazîkirin.

Bi hatina Newroza 2018`an endamên partiyên siyasî yên kantona Kobanê ji ajansa me (ANHA) re axivîn û Newroz li hemû gelê herêmê pîroz kirin.

Di vê çarçoveyê de Endama Meclîsa Partiya Demokratîk a Kurd Sûriyê (PDKS) Gulîstan Etî wiha axivî "Agirê Newrozê tu carî nayê vemirandin. Ji ber ku Newroz bingeha berxwedan û tekoşînê ye."

Gulîstan di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman "Em ê Newroza 2018`an bi rihê Berxwedana Serdemê pêşwazî bikin û li hember zilmê serî rakin."

Gulîstan di axaftina xwe de bang li hemû partiyên siyasî kir ku bi rihê Berxwedana Serdemê beşdarî Newroza 2018`an bibin.

Ji aliyê xwe ve Endama Meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fatma Xelîl Newroza 2018`an li hemû gelê azadîxwaz ên ku li hember dagirkeran li ber xwe didin, pîroz kir û wiha dewam kir "Em ê Newroza 2018`an bi rihê Berxwedana Serdemê û berxwedana şehîd Mezlûm Dogan pêşwazî bikin. Newroza 2018`an wê bibe newroza serhildana gelên herêmê li hember koletî û teslîmkariye." 

Fatma tekez kir ku wê Newroza Berxwedana Serdemê bi xwe re serkeftinên mezin bîne û hemû gelê herêmê ji zilm û zora dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bibin.

Her wiha Endama Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Dilvîn Şêx Berkul destnîşan kir ku Newroza 2018`an wê bi rihê Berxwedana Serdemê were pêşwazîkirin.

(bx)

ANHA