Federaliya Bakurê Sûriyê Newroz li tevahî gelan pîroz kir

Federaliya Bakurê Sûriyê Newroz li tevahî gelan pîroz kir
20 adar, 2018   14:01

NAVENDA NÛÇEYAN – Desteya Rêveber a Federaliya Demokratk a Bakurê Sûriyê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek da û got "Newroza îsal girêdana me bi nirxên Newrozê û domandina piştgiriya bi Efrîna birîndar re  bi hêztir bike.

Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyek weşand û cejna Newrozê li hemû gelên herêmê pîroz kir.

Desteya Rêveber di daxuyaniyê de got ku Newroz cejna vejîn û azadiyê ye û sembola serkeftina li hemberî zulma desthilatdaran e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin "Newroza îsal nêz dibe, gelê me ji bo misogeriya hebûna xwe di çarçoveya sîtema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê li hember her cûre zulm û zordariyê berxwedana xwe didomîne. Newroza îsal dê girêdana me bi nirxên Newrozê û domandina piştgiriya bi Efrîna birîndar re  bi hêztir bike."

Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê di berdewama daxuyaniyê de balkişand ser bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî hovîtiya rêjîma Tirkiyê li Efrînê û daxuyakirin ku di encama bêdengiyê de felaketeke mirovî pêk hat, bi sedan hezaran sivîl hatin koçberkirin.

Desteyê bang li Konseya Ewlekariyê kir ku wezîfeya xwe ya parastina ewlekariyê û bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê pêk bînin.

Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de got, "Em tekez dikin ku xeta em ya çareseriya siyasî li Sûriyê berdewam e û ji mafê me ye ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ber xwe bidin."

(bb)

ANHA