Ji bo şêniyên Efrînê yên li Şehbayê kampek tê vekirin

Ji bo sivîlên Efrînê yên ku ji ber komkujiyên  dagirkeriya Tirkiyê xwe li herêma Şehbayê girtine, amadekariyên vekirina kompeke tê kirin.

Ji bo şêniyên Efrînê yên li Şehbayê kampek tê vekirin
20 adar 2018   13:42

ŞEHBA – Ji bo sivîlên Efrînê yên ku ji ber komkujiyên  dagirkeriya Tirkiyê xwe li herêma Şehbayê girtine, amadekariyên vekirina kompeke tê kirin.

Komîteya Şaredariyan a Kantona Şehbayê bi hevkariya rêveberiya Kantona Efrînê, ji bo pêşwazîkirina sivîlên Efrînê yên ku ji berê kiryarên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwe spartine Şehbayê, amadekariyên vekirina kampekê bi firehiya 12,5 donim dike.

Li gorî rayedarên kampê, dê li kampê 300 çadir werin bicihkirin.

(bb)

ANHA